Li Fransayê qamyon berê xwe da nav qelebalixê: 84 mirî
Paris - Li bajarê Nîceya Fransayê di pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya 14ê Tîrmehê de qamyonekê berê da nav qelebalixê. Di encamê de 84 kes mirin.
Li bajarê Nîceya Fransayê pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya 14ê Tîrmehê bi xwînî qediya. Qamyonekê berê xwe da nav qelebalixê. Di encama vê yekê de 84 kes jiyana xwe ji dest da.
Serokê Şaredariya Nîceyê Chrîstîan Estrosî di derbarê êrîşa ku pêk hat de axivî. Estrosî diyar kir ku Fransa bi êrîşekî nû re rû bi rû maye.
Hat ragihandin êrîşkerê ku ji teref polêsê ve hatiye kuştin ehlê Tunusê û 30 salî ye. Her wiha hat diyarkirin di qamyoneta ku hat bidestxistin de gelek bombe, mihîmat û çek hatine bidestxistin.
Hat diyarkirin ku piştî êrşîşê ji teref Wezîrtiya Karûbarên Hindir ve naseya qirîzê hat sazkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.