Li Fransayê “Sêşemba Reş”

Li Fransayê “Sêşemba Reş”

Pêla greva ku dê 3 meha berdewam bike û ji teref karkerên dijberê “Reforma Rêyênhesinî” ve tê organîzekirin îro dest pê kir.

Li Fransayê xwepêşan û greva ku ji teref xwendekar û karkerên rêyênhesinî, asîmnanvanî, berhevkirina çopê û sektora enerjîyê ve wek “Sêşemba Reş” tê binavkirin dest pê kir.

Ew ê li Fransayê di bergeha greva ku hatiye destpêkirin de ew ê karker ji 5 rojan dê 2 rojan nexebtin û reforma rêyênhesinî protesto bikin. Ew ê grev heta 3 mehan berdewam bikin û hetanî 28ê Hezîranê dê tev de 36 rojan grev bê kirin.

Kesên ku beşdarî xwepêşanan dibin amaje dikin ku bi hikûmetê bipaşve gav bidin avêtin.

Roja ewil a grevê de rêjeya beşdarbûnê ji sedî 77 bû, ji ber grevê li welêt veguhastin ket asta sekinî ne. Her wisa xebatkarên Aîr Franceyê yên ku teleb ji sedî 6 zêdebûna meaşê dikin jî  ew ê di 7,10 û 11ê Nîsanê de bikevin grevê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.