Li Frenseyê bernameya wiladeta pîroz
Li Mulhaûsa bajarê Firenseyê, Platforma Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê bernameya mewlûda Mûhemmedî li dar xist.
Frenseya bi tekbîr û selewatan Hejîya. Evîndarên pêxember yên Fransayê bi wîladeta pîroz coş bûn. Platforma Evîndarên Pêxember a ewrûpayê, li Mulhaûsa bajarê Firansayê bernameya mewlûda Mûhemmedî li dar xist.Bi hezaran kes beşdarî bernameyê bûn û eşqû hezkirina xwe şanî cîhanê dan. Kesên di bernameyên de peyamên girîng dan.
Platforma Evîndarên Pêxember a Ewrûpayê li Mulhaûsa bajarê Firenseyê bernama Wîladeta Pîroz lidarxist.
Bi hezaran kes beşdarî bernameya bi navê “Rêberê bê Mîsal Hz Mûhammed (s.w.s)” bûn.
Bernameya ku pêşkêşvaniya wê Mücahît Haksever dikir, ji Komara Karadaxê, ji zarê Avdûrrahman Kaçar bi xwendina Qûranê destpêkir.
Bername bi xwendina mewlûdê dewam kir û ji hunermendên Ajansa Ozlemê Bîlal Guler, Grûb Vehdet, Grûb Sûsa, Grûb Rehber û Grûba Umûdê bi sirud û îlahiyan kesên beşdar bûn dilzîz kir.
Endamê Yekîtiya Alimê Îslamê yê Ewrûpa mela Abdûlvahap Yildiz,axaftina silavdayinê kir.
Serokê Navenda Îslamê ya Hambûrgê Ayetullah Doxtor Remazan Riza Ramazanî û endamê Yekîtiya Alimê Îslamê yê Ewrûpa Mela Avdûrrahman Ortaç û Mela Yahya Yilmaz,beşdarî bernameyên bûn.
Doxtor Ramazanî îfade kir ku Pêxemberême ji bona hemî însanan ji teref xweda ve bi rehmet hatiye şandin û lazime temamê însana mînakan ji heyata wî bigrin.
Endamê Yekîtiya Alimê Îslamê yê Ewrûpa mela Avdûrrahman Ortaç, îfadekir ku meriv bibe ji ommeta Hezretî Mûhemmed ev fezleke ji xwedaye û temamê jiyana Hezretî Mûhammed minak û mîsale jibo temamê însaniyetê.
Di dawiya bernameyêde endamê Yekîtiya Alimê Îslamê yê Ewrûpa Yahya Yilmaz ji diyar kir ku hewcedartiya kaînatê bi seroktiya Hezretî Mûhammed heye.
Kesên di îmtîhana Siyera Wîladeta Pîroz de derence wergirtibûn hat xelatkirin û zarokê keçik û kur îlahî gotin.
Piştî îlahiyan, bername bi temaşekirina şanoyê dewam kir û bi xwendina dûayê bidawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.