Li Gallerê Zîrweya Natoyê
Serokdewlet û serokwezîrên welatan li Gallerê di Zîrweya Natoyê de civiyan. Qirar hat dayîn ku hemû hevkariya sivîl û leşkerî ya bi Rûsyayê re bê sekinandin, lê rêyên ragihandinê yên sîyasî vekirî bihêlin.
Serokdewlet û serokwezîrên 28 welatan, li Gallerê di zîrweya Natoyê de civîyan. Qirar hat dayîn ku hemû hevkariya sivîl û leşkerî ya bi Rûsyayê re bê sekinandin, lê rêyên ragihandinê yên sîyasî vekirî bihêlin.
Di dawîya zîrweyê de encamname hat weşandin û mudaxela Ûkraynayê ya Rûsyayê ya ku zêde dibe û ğeyrî qanûnî ye şedîd hat şermezarkirin.
Natoyê ji Rûsyayê xwest ku hêzên xwe yên li nav Ûkraynayê û li sînor vekişîne û ew ê Nato tewra Rûsyayê ya ku Qirimê ğeyrî qanûnî û ğeyrî meşrû bi xwe ve girê bide qebûl neke.
Natoyê di zîrweyê de şîddeta rejîma Esed ya li ser xelkê Sûriyê bi gotinên hişk şermezar kir. Helwesta Tirkiye, Urdun û Lubnanê ya ji bo multeciyên Sûriyê jî hat teqdîrkirin.
Hat gotin ku li ser erda Tirkiyê bicîkirina fuzeyên patrîyotê, ji bo parastina erda Tirkiyê nîşana qirartî û qebîlîyetê ye.
Her wiha di heqê xeberên ku hê sîlehên kîmyewî tên bikaranîn de endîşe hene.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.