Li Girê Kotaberçem ya Erxeniyê atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin

Li Girê Kotaberçem ya Erxeniyê atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin

Di kolanên ku li Girê Kotaberçem (Çayönü tepesi) yê Erxeniyê têne meşandin de, kargeheke madenê ya nêzî 5 metreqareyî ku dîroka wê diçe navbera salên 6900-6800 ên beriya zayînê hate derxistin holê.

Wezîrê Kultûr û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy daxuyand ku di kolanên ku li Girê Kotaberçem (Çayönü tepesi) têne meşandin de kufşê pênasînî û girîng ku ronahiyê dide teknolojiyên hilberîna zû ya dîroka mirovahiyê hat derxistin holê.

Ersoy diyar kir ku di kolanên ku li navçeya Erxeniyê ya Diyarbakirê hatine pêkanîn de kargeheke madenê ya nêzî 5 metreqareyî ku dîroka wê diçe navbera salên B.Z. (M.Ö.) 6900-6800î hate derxistin holê.

Şopên hilberîna paxirê

Di kargeha ku hat derxistin holê de malakîtên xav û nîv-xebitî, nimûneyên malakîtên xebitî, mûrikên sifir û tiştên ji sifrê tevî qada xebatê ya bi kevirê raxistandî hatin tespîtkirin.

Hate destnîşankirin ku dîtin agahiyên girîng ên peywendîdarî wesfê faaliyetên hilberînê yên ku li herêmê hatine pêkanîn pêşkêş dikin.

Kevneşopiya madenê 2 hezar salan dom kir

Ersoy diyar kir ku şopên peywendîdarî bikaranîna sifir û malakîtê yên li Çayönüyê heta B.Z. salên 9100î diçin û ifade kir ku keşfa nû derxist holê ku kevneşopiya madenê ya li herêmê nêzî 2 hezar salan berdwam kiriye.

Ersoy anî ziman ku faaliyetên hilberîna pisporî di qadên xebatê yên diyarkirî de hatine pêkanîn û tomarkir ku Girê Çayönüyê şopên girîng ên peywendîdarî veguhastinên mezin ên ji jiyana niştecîh heta çandiniyê, ji mîmarî heta pisporiya zanaetê bi xwe re hildigire.

Wezîr Ersoy ifade kir ku ew ê şopên paşerojê bi kolanên zanistî ber bi pêşerojê ve veguhêzin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.