Li goristanê cebilxanê hat peydakirin
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê di operasyonên ku hatin kirin de gelek teqemenî hatin bidestxistin.
Li Taxa Tekela Farqînê ya ku heftîya borî bûyer lê qewimîbûn gelek zêde teqemenî hatin bidestxistin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin teqemenî li Goristana Tekelê hatine bidestxistin. Di nava teqemenîyên ku hatine bidestxistin de bombeyên ku ji tûpên mitbaxê hatine çêkirin jî hatin bidestxistin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di wextên şeveqê de li Goristana Tekêlê lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de 246 bombeyên cûrbecûr yên ku bi destan hatine çêkirin, 10 bombeyên ku bi tûpên mitbaxê hatine çêkirin, 51 heb molotov, 73 şûşêyên vala yên molotovê,3 paket kablo, 100kîlo sodyum klorat, 12 heb teqemenîyên bifitîl ên ku bi desta hatine çêkirin hatin bidestxistin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.