Li Hekariyê 20 PKKyî hatin kuştin

Li Hekariyê 20 PKKyî hatin kuştin

COLEMÊRG - Di pevçûna ku li navçeya Çelêya Hekariyê re derket de eskerek jiyana xwe ji dest da û 20 PKKyî hatin kuştin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Hekariyê ve hat ragihandin di bergeha operasyonên ku li heremê tên kirin de bi PKKyiyan re pevçûn derket, di pevçûna ku derket de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 esker jî birîndar bûn. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin di operasyona hewayî ya ku piştî pevçûnê  hat destpêkirin de 20 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)
 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.