Li Her Der Evîna Pêxember
Platforma Evîndarên Pêxember di dawîya hefteyê de, li gelek navçeyan jî bernameyên mewlûda Muhemmedî li dar xistin
Platforma Evîndarên Pêxember di dawîya hefteyê de, li gelek navçeyan jî bernameyên mewlûda Muhemmedî li dar xistin.
Li Yalovayê bernameya mewlûdê ya ku li salona sporê ya Yalovayê hat tertîbkirin, bi xwendina Quranê dest pê kir. Mewlûdxanên Grûba Îqrayê, bi xwendina mewlûdê û bi îlahiyan millet coş kir.
Kordînatorê platformê ya Bûrsayê Îsa Guvendîk, li ser heyata pêxember xeber da û dûre li ser şehadeta hz. Hûbeyb bîn Adîyy şanoyek hat lîstin. Millet hestiyar bû. Bername bi duayê qediya.
Li Westana navçeya Wanê jî, pey xwendina Qurana kerîm bernameya mewlûdê, bi îlahiyan û bi mewlûdê dewam kir. Levent Dalgin behsa heyata pêxember û eshab kir. Dûre dîsa îlahiyên li ser pêxemberê me hatin gotin. Bername bi duayê bi dawî bû.
Evîndarên Pêxember li Kovancilara Xarpêtê jî, bername tertîb kir. Pey tîlaweta Qurana mubîn, Serokê komela Îhya-Dera Nû Mehmet Aydin xeberdana silavdayînê kir. Pey re mewlûd û îlahî hatin xwendin. Nivîskar Seîd Şahîn ji heyata pêxember hinek nimûne pêş kirin. Bername bi duayê qediya.
Li Diyadîna Agirî jî evîn û coşa Muhemmedî hebû. Bername mewlûdê, li baxçeyê mekteba Yatiliyê hat rastkirin. Quran û mewlûd hatin xwendin, îlahî û helbest hatin gotin. M. Elî Ortaç bi kurdî xîtabî millet kir. Li ser heyata hebîbê Xweda xeber da. Pey re îlahî hatin gotin. Millet coş bû. Îlahiyatvan Zeynelabîdîn Zerkaya li ser hezkirina pêxemberê me peyivî. Bername bi duayê bi dawî bû.
Dîsa li Avakevira navçeya Agirî jî bernameya mewlûdê hat tertîbkirin. Bername bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi xwendina mewlûd û îlahiyan dewam kir. Îlahiyatvan Sûat Çelîk bi tirkî axivî. Îlahiyên grûba Wehdetê millet coş kir. Bername bi duayê qediya.
Li Rişmila Mêrdînê jî mewlûda pêxember hat lidarxistin. Bername bi alîkariya temsîlkariya komela Dost-Derê hat tertîbkirin. Pey xwendina Quran û mewlûdê, perwerdekar û nivîskar Mucahît Önen xeber da. Nexasim jinan zêde eleqe nîşanî mewlûdê dan. Bername bi duayê bi dawî bû.
Dîsa li Mehserta navçeya Mêrdînê cara ewil li meydanê bernameya mewlûdê hat tertîbkirin. Millet teweccuheke mezin nîşanî bernameyê da. Pey xwendina Quran û mewlûdê, hunermendan li ser pêxemberê me îlahî gotin. Perwerdekar û nivîskar Îsmaîl Çevîk bi ‘erebî, tirkî û kurdî xeber da û ji heyata Resûlullah hinek nimûne pêş kirin. Bername bi duayê qediya.
Her wiha li Şemrexa navçeya Mêrdînê jî, platformê bernameya bi navê “Qurana dimeşe hz. Muhemmed” tertîb kir. Ahmet Akpolat Quran xwend. Dûre mewlûd hat xwendin û îlahî hatin gotin. Mela Ebdulbarî Çelîk, bi kurdî ji heyata pêxemberê me hinek nimûne pêş kirin. Mîrzade Zozanî jî helbestek xwend. Bername bi duayê bi dawî bû
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.