Li Herêma Anatolîya Başurê Rojhilat toz û dûman
Toz û dûmana ku ji aliyê Sûrî tê, li esmanê Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Êlih kom bû û bandorek nerênî li ser Jiyana gel kir.
Gelê Herêma Anatolîaya Başurê Rojhilat; Amed, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Êlih ji ber toz û dûmanê zehmetiyek dijwar dikşînin.
Ji ber toz, dûxan û barandina herîyê Herêma Anatolîaya Başurê Rojhilat, mirov dibê qey ketiya bin boyaxa sor û gevez.
Ji ber ewrên toz û dumanê di nava rojê de hêwa tarî bû û bi taybetî bandorek nerênî li ser nexweşên bêhnlêtêçikin û nexweşên dil kir.
Sertabîbê Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê Fethullah Kayan gel heşyar kir u got: Heta şert û mercên hêwayê baş nebe bila welatiyên me bi taybetî jî nexweşê me dernekevin derve. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.