Li Hesekê êrişa xwe kujiyê: bi dehan mirî û birîndar
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di êrişa xwe kujîyê de herî kêm 20 kes mirin, 80 kes jî birîndar bûn.
Îro ber biêvarî li taxa Muftî ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di nav komên ku ji bo Newrozê civîya bibûn de, êrîşa xwe kujîyê de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan, 80 jî birîdar bûn. Li gor hin çavkaniyên nûçeyan jî di êrişa xwe kujî de 35 kes mirin û 150 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina DAIŞê pişte êrişê ku hatinên li darxistin, girt ser xwe.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.