Li Hewlêrê êrişa bombeyî Video
Li Hewlêrê êrişa bombeyî Video
Li Hewlêrê ser riya Hewlêr û Kerkukê nêzîkî PeymangehaTeknîkî vê êvarê demjimêr 6:12 de teqînek rû da.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, wesayîtekî sivîl a bombe barkirî li pêş Zanîngeha Teknîkî ya Hewlêrê hate teqandin û di encamê de birîndar hene.
Derbarê bûyerê de Asayîşa Giştî ya Hewlêrê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji gelê Hewlêrê tê xwestin aramiya xwe bi parêzin û hert tişt di bin kontrolê de ye. Daxuyanî wiha didome:
"Vê êvarê wesayîteke Hunday Tucson bi rengî zîvî li pêş Peymangeha Teknîkî ya ser rêya Hewlêr û Kerkûke hatiye teqandin. Di encamê de 4 welatiyên me bi sivîkî birîndar bûne. Bila gelê me aram be û her tişt di bin kontrolê de ye."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.