Li Hewlêrê iro serhildana Qamîşlo tê bibîranîn

Li Hewlêrê iro serhildana Qamîşlo tê bibîranîn

Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Li bajarê Hewlêrê, dê iro kombûnek bo bîranîna serhildana 12ê adara 2006ê ya bajarê Qamîşlo û salvegera şoreşa Sûriyê bê sazkirin.

Berpirsê komîteya civata niştimanî ya kurd li Sûriyê, Mehmûd Mihemed, ji AKnewsê re got, iro saet 10, komîteya civata niştimanî ya kurd li Sûriyê dê xwepêşandanekê bo bîranîna serhildana Qamîşlo, li ber avahiya UNê li Hewlêrê saz bike.

Mihemed, diyar kir, di xwepêşandana sibê de dê 15 partî û aliyên siyasî yên kurdên Sûriyê û bi sedan kesayetên siyasî û rewşenbîr dê beşdar bibin.

Endamê herêmî yê civata niştimanî ya kurd li Sûriyê, Elî Şemdîn jî ji AKnewsê re got, di xwepêşandana sibê de dê nameyek ji berpirsên UNê re bê şandin ku tê de nerazîbûnên kurdan li hember zilm û zexta rejîma Sûriyê li dijî kurdan tê ziman.

Tê zanîn, bi hezaran kurdên bajarê Qamîşlo yê Sûriyê, 12ê Adara 2006ê xwepêşandanek li dijî rejîma Sûriyê saz kirin û ev yek bi tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat serkutkirin.

Her wiha, 17ê adara par, pêlên şoreşa Sûriyê ku heta niha jî didome, dest pê kir û tê gotin, ji par ve heta niha, 7500 kes hatine kuştin.

sm AKnews

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.