Li Hezexê 53 mêşvan bi 65 mîlyon mêşên hingiv re hingiv hildiberînin

Li Hezexê 53 mêşvan bi 65 mîlyon mêşên hingiv re hingiv hildiberînin

Qotên Çiyayê Êlimê yên navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi riwekên xwe yên endemîk ve bûne navenda hilberîna hingiv. Li navçeyê 53 hilberîner bi 6 hezar û 273 kovanan hingiv hildiberînin.

Qotên Çiyayê Êlimê yên ku li Hezexê ne, bi riwekên xwe yên endemîk û sirûşta xwe ve bûne navenda hilberîna hingiv. 50 hilberînerên ku li navçeyê faal in, bi nêzîkî 6 hezar û 273 kovanan û 65 mîlyon mêşên hingiv re hilberîna hingiv pêk tînin.

Nefel, kulîlka xoncayê, şekirok, dirîzerk û stirîzerk ku li derdora Êlimê hene; ji bo hilberîna hingiv ji bo mêşvanan bûn elementên bingehîn. Mêşvan bi fêda vê floraya zengîn her sal bi tonan kîlo hingivê bêtevlîhev û sirûştî bi dest dixin.

"Bi hingivê şekirok, dirîzerk û stirîzerk hingivê biqalîte tê hilberandin"

Serokê Komeleya Pêşvebirina Mêşvaniyê ya Hezexê Ebdullah Şavlî wiha axivî: "Em li Hezexê bi riwekên endemîk ên li derdora Çiyayê Êlimê re hilberîna hingiv dikin. Di 30 gundên me de 53 mêşvanên me hene. Li gel wan 6 hezar û 273 kovanên qeydkirî hene, di her kovana de 10 hezar, bi giştî nêzî 65 mîlyon mêş niha hingiv hildiberînin. Bi hingivê şekirok, dirîzerk û stirîzerk re hingivê biqalîte tê hilberandin."

"Em dixwazin ku herêma me bi şêrîniya ku ji hingiv tê bê naskirin"

Şavlî ku diyar kir ku li navçeyê 16 mêşvanên gerok jî hilberînê dikin wiha got: "Em di kovaniyekê de bendewariya 15-20 kîlo rekolteya hingiv dikin. Li navçeya me bi giştî 16 malbatên mêşvanên gerok ku ji herêmên wekî Şemrex (Mazıdağı) û Mûşê hatine hene. Li derdora Çiyayê Êlimê û di gundên me de hingivekî biqalîte ku em jê re dibêjin 'hingivê şekirok' çêdibe. Ji ber mêşvanên me û ava zengîn a riwekan a endemîk, li derdora Çiyayê Êlimê bi cih dibin. Em ê li Hezexê di navbera hilberîner û dewletê de bibin pir, înşallah. Heke mêşvanên me yên ku ji derve hatine hebin, em ji bo her cure alîkarî û hewcedariyên wan amade ne. Êdî em dixwazin ku herêma me bi tiştên rind û bi şêrîniya ku ji hingiv tê bê naskirin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.