Li Hezexê zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Hezexê zarokek jiyana xwe ji dest da

ŞERNEX - Li navçeya Hezexa Şernexê Hîdayet Tekê 4 salî di hewşa mala xwe de dema ku dilîst bi şiklekî giran bi cîsma ku teqiya birîndar bû û dûvre wî rakirin naxwexanê.

Li Taxa Turgut Ozala Hezexê Hîdayet Ekê 4 salî di derdora 14.00an de dema ku di hewşa mala xwe de dilîst ji ber ku cîsmekê teqiya bi şiklekî giran birîndar bû.

Tekî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî midaxaleya ewil Tekî sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin. Dûvre jî wî sewqê Nexweşxaneya Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.

Li nexweşxaneyê Tekê 4 salî di gel midaxaleya jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cesedê Tekî hilanîn mirîxaneya nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku dê cinazê zarokê bibin Gundê Xrabê (Sirtkoy). (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.