Li Hollandayê desteka ji bo Ğezzeyê
Lı Laheya bajarê Hollandayê jı bo Ğezzeya ku marûzî êrîşên îsraîla sîyonîst bûye çalakî hat rastkırın. Dı çalakîyêde êrîşên îsraîla rejîma terorê hat şermezarkırın û bêdengîya hıkumeta Holandayê jî hat rexnekırın.
Li Holandayê ji ber êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên ku ev serê 2 mehane li Ğezzeyê hatine rastkirin, çalakîya destekê hat rastkirin.
Di pêşivantîya grûbên ku destekê didin Fîlîstînê de kesên beşdarî protestoyê bûn, li ber Parlementoya Laheya Holadayê civiyan û xwestîn ku Îsraîla ku bûye sedema kuştina zêdetirî 2 hezar kesî bê darizandin.
Welatîyên Tirkîye,Fas,Hollanda û Yahûdîyên ku li dijî Sîyonîzmê ne destek dan mîtîngê. Şehîdên Ğezzeyê nehatin jibîrkirin.
Di bin baranê de çalakvanan sloganên “ji Filistînê re azadî” û “Li Îsraîlê boyqot” avêtin.
Di axaftinan de polîtîqaya hikumeta Hollandayê ku li ber êrîşên îsaîla terororîst bêdeng dimîne hat rexnekirin.
Axaftvanan beyan kirin ku lazime rayedarên sîyonîst li ber yargiyê bên darizandin û mahkema cezayê ya navneteweyî lepirsînê veke.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.