Li Îdîrê êrîşa mozan: 400 heywan telef bûn

Li Îdîrê êrîşa mozan: 400 heywan telef bûn

Li Îdîrê moz êrîşî kerîyê pez kir, di encamê de nêzê 400 pez telifîn.

Hat îfadekirin ku 4 hezar û mêşin û berx li ber nêzê 200 kewarên mozan derbas dibin dûçarê êrîşa mozan bûn.

Ji ber ku moz êrîşê mêşinan kirin, mêşin tirsîyan û revîyan. Di vê esnê de beşek ji mêşinan di nav qenala avê de asê man. Gelek heywan ji ber îzdîhamê hevdû eciqandin.

Li gorî diyarîyên ewil 400 heywanên biçûk telifîn, di dema bûyerê de 5 mirov jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cendermeyê hatin sewqkirin. Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku piranîya heywanan ji ber îzdîhamê telifîne ne ji ber êrîşa mozan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.