Li Îdlîbê balafira şer a Rûsyayê hat daxistin
Li Îdlîba Sûrîyê ji teref muxalifan ve balafira şer a Rûsyayê hatdaxistin.
Hat ragihandin li Îdlîba Sûrîyê ji teref muxalifan ve balafireke şer a Rûsyayê hat daxistin, pîlotê balafirê di encama pevçûna ku bi muxalifan re derket de hat kuştin.
Ev balafira şer a bi tîpa SU-25 a ku ji teref muxalifan ve bi mûşeka ku ji milan tê avêtin hat daxistin balafira şer a ewil a ku hatiye daxistine. Berî niha jî ji teref muxalifan ve balafireke şer a aîdî rejîmê û helîkoptereke aîdî Rûsan dabûn erdê.
Hat ragihandin ji teref Rûsyayê ve di naveyna van 24 seatên dawî de bi dehan êrîşên asimanî hatine kirin û di êrîşan de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dane.
Heta îro di şerê li Sûrî de nêzî 45 leşkerên Rûsyayê mirin û leşkerên bi pere yên ku hatine kuştin jî ne di nav vê hejmarê de ne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.