Li Îngîltereyê Rapora Skandal

Li Îngîltereyê Rapora Skandal

Lı rotherhama bajarê îngîltereyê, der barê îstîsmara zarokan de raporek hat amadekırın. lı gorî raporê jı sala 1997an heta 2013an, nêzî 1400 zarok marûzî îstîsmara cînselê bûne.

Îngîltere bi skandaleke der barê îstîsmara zarokan de, ket rojevê.

Li gorî rapora ku par şaredarîya Rotherhamê dixwest bê amadekirin û rewşa îstîsmara zarokan nîşan dide, li bajêr ji sala 1997an heta 2013an, zêdetirî 1400 zarok marûzî îstîsmara cînselê bûne.

Di raporê de tê gotin ku zarokên 11 salî marûzî destdirêjiya komî bûne, rehîn hatine girtîn, ji aliyê bazirganên însanan ve hatine birin bajarên din ên îngîltereyê, li wan lêdan hatiye kirin û hatine tirsandin.

Raportoran beyan kirin ku sedema herî mezin ya ku zarok ewqas marûzî îstîsmarê bûne, meqamên xwedîraye bi meselê re ‘eleqedar nebûne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.