Li Îranê 9 kes hatin darvekirin
Li Îranê 9 kes hatin darvekirin
Hewlêr, 7 Gulan (AKnews) – Hat zanîn, li Îranê, 9 kes bi hêceta kirîn û firotina madeyên hişber, hatine bidarvekirin.
Li gorî nûçeya ajansa Îranê, Fars, îro danê sibê li paytext Tehranê, 9 qaçaxçiyên madeyên hişber ji zîndana Qizil Hisar a Kerecê hatin darvekirin.
Her wiha hat gotin, hêzên ewlehiyê li eyaleta Sîstan û Belûçistan a başûrê Îranê, 412 kg madeyên hişber zeft kirine û 3 kes jî li bara vê yekê girtine.
Tê zanîn, li Îranê her sal gelek kes bi hêceta bazirganiya madeyên hişber tên bidarvekirin.
sm AKnews
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.