1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 11 hezar û 408 kesî.

A+A-

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 408an û bi pêketina 2 hezar û 449 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 237 hezar û 878 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 408 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 237 hezar û 878 kesî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.