Li Îranê Erdhej
Lı îlama eyaleta îranê bı lerza 6,1ê erdhejek qewımî. jı ber zelzeyê têkılıyên bı herêma erdhejê re qut bû. xebatên lêgerîn û rızgarkırınê hatın destpêkırın.
Li başûrê rojavayê Îranê li eyaleta Îlamê bi lerza 6,1ê erdhejek pêk hat. Li gorî Merkeza Sosmolojîyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, zelzele di saet 7ê sibehê û 10 kîlometre di binê erdê de qewimiye. Merkeza erdhejê bajarê Mûrmûrîyê ye. Erdhej li eyaletên Lorîstan û Xûzîstanê jî tesîr kir.
Pey erdhejê li bajarê Abadanê avahiya Telekomunîkasyonê xisar dît, li bajêr birîna elektrîk û avê pêk hat. Têkiliyên bi herêma zelzeleyê re qut bû. Ji hinek gundan salox nehat hilanîn.
Walîyê Abadanê Mecîd Eskerî ji Ajansa resmî ya ÎRNAyê re xeber da ku dibe li gundên ku li herêma hedîseyê ne xisarên giran qewimîbin, hinek gund yekser xera bûbin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.