Li Îranê jeteke Tirkîyê ket

Li Îranê jeteke Tirkîyê ket

Hat ragihandin ku jeteke taybet ya aîdî Tirkîyê li Îranê ket. Tê îfade kirin ku di jeta taybet de 11 kes hebûn.

Teyara taybet a ku ji bajarê Şarîke yê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî dihatin Stenbolê û ya aîdî Tirkîyê bû li Îranê ket. Li gor daxuyanîyên ewil di teyarê de 11 kes hebûn.

Tê îfade kirin ku dema teyare ji bajarê Şarîke yê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî diçû Stenbolê li eyaleta Çeharmehalî Bextiyarê li navenda devera Şehr-î Kurd ji radarê wenda bû û ket.

Li gorî xeberên IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Rêveberê Maseya Qeyranê ya navçeya Kiyarê Qedemalî Merdanî ragihand ku balafira taybet a Tirkiyeyê ku ji welatê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî rabû û diçû Stenbolê, li navçeya Kiyara eyaleta Çeharmehal û Bextîyarê ket xwarê û ji wan 3 murettebat 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê hat kirin teyara taybet aîdî Başaran Holdîngê bu.

Hat îfadekirin ku gelek ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hatine sewqkirin cihê bûyerê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.