Li Iraqê Hikûmeta Nû Pêbawerî Hilda
Li Iraqê kabîneya Haydar Îbadî ji meclîsê pêbawerî hilda. Bi vî awayî hikûmeta berfireh ya ku ji şîî, sûnnî û kurdan pêk tê hat avakirin. Nûrî Malikî, Ûsame Nûceyfî û Îyad Allawî bûn alîkarê serokcimhûr.
Li Iraqê pey Nûrî Malikî hikûmeta nû ya ku di serokatiya Haydar Îbadî de hat avakirin, ji meclîsê pêbawerî hilda.
Di bernameya hikûmeta Îbadî de gavên wek reformên îdarî, ji nû de dîzaynkirina ordiyê û dana bêtir xweseriya ji bo wîlayetan hene. Hikûmetê pêbawerîyê bi 177 qebûlan hilda.
Îbrahîm Caferîyê ku di 2005 û 2006an de serokwezîrî kiribû bû wezîrê karên derve. Wezîrê karên hundir ji şîîyan e û wezîrê petrolê jî alîkarê kevn yê serokcimhûr Adîl Ebdul Mehdî ye. Salîh Mutleqê sunnî û ji kurdan Hoşyar Zebarî jî bûn alîkarên serokwezîr.
Nûrî Malikî, Ûsame Nûceyfî û Îyad Allawî bûn alîkarê serokcimhûr. Di kabîneya nû de 17 wezîr ji şîîyan, 7 wezîr ji sunnîyan û 4 wezîr jî ji kurdan pêk tê. Qursiyek jî ji kêmjimaran re hat veqetandin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.