Li Iraqê Şîddet Didome
Lı ıraqa ku pıştî îşğala amerîkayê tu rehetî nedît teqîn dıdomın. dı teqînên ku lı beğdayê qewımîn de, 25 kes hatın kuştın, bı dehan kes jî bırîndar bûn.
Ji 2003an û vir ve li Iraqa ku piştî îşğala Emrîqayê tu hizûr nedît, êrîşên bi bombe didomin. Do li Beğdaya paytexta Iraqê, di êrîşa ku li ser mizgeftekê hat kirin de, herî hindik 15 kesan can dan, 21 kes jî birîndar bûn.
Li gorî beyana polîsê Iraqê, êrîşker dema nimêjê bî êlega bi bombe ketîye mizgeftê û bombeya li ser xwe teqandîye. Teqîn li herêma Beğdaya Nû li mizgeftekê pêk hat.
Li Beğdaya ku her roj pevçûn lê diqewimin û kêmasîya desthilatdarîyê lê heyê, îro jî teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyên ku ji çavkanîyên Emnîyetê hatine hildan, li rojhilatê Beğdayê wesaîta bombebarkirî hat teqandin. Di hedîseyê de li gorî tesbîtên ewil, 10 kesan can dan, 37 kes jî birîndar bûn.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.