Li Iraqê Teqîn Nasekinin

Li Iraqê Teqîn Nasekinin

Li Beğdaya paytexta Iraqê, dîsa bombe teqîyan. Di êrîşên dawîn de 14 kes hatin kuştin, 45 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li Beğdaya paytextê İraqê, di erîşên bombeyî yên li herêmên cuda hatin kirin de, bi tevahî 14 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, li herêma el-Ğadir a li rojhilatê Beğdayê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê êrîşê de 4 kesan can dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku li el-Allewiya herêma Beğdayê di êrîşa li ser otoparkekê de jî 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li Bab el-Mûazzam a herêma Beğdayê jî di nav bazara Hercê de bi motorsîkleteke bombebarkirî, êrîş hat rastkirin û di bûyerê de 3 kesan can dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa bombeyî ya ku li ez-Zaferaniyyeyê hat kirin de jî 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn û li herêma Keradeyê ya Beğdayê ye jî di êrîşa bombeyî de 2 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.