Li Îswîçreyê Şahiya Muhemmedî
Bi minasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me hz. Muhemmed, bernameyên mewlûdê dewam dikin
Bi minasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me hz. Muhemmed, bernameyên mewlûdê dewam dikin. Weqfa Seîdê Nûrsî û Evîndarên Pêxember yên Ewrûpayê, bi hev re li Basela Îswîçreyê, bi cezb û coşeke mezin bernameya mewlûdê li dar xist.
Bernameya mewlûdê ji devê serokê Weqfa Fûrqanê Ahmet Yildiz ve, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre bi tirkî û kurdî mewlûd hat xwendin û îlahî hatin gotin.
Li ser navê Weqfa Seîdê Nûrsî Kazim Taşbûnar xeberdana silavdayînê kir. Grûba Wehdetê û qîz û kurên biçûk yên Baselê, bi îlahiyên xwe millet coş kir.
Yûnûs Emîroğlûyê xeberbêjê Rehber Tvyê jî, di bernameyê de xeber da û li ser hezkerina Resûlûllah sekinî. Îfade kir ku divê doz û rêya Hebîbê Xweda bê fêmkirin û meşandin. Bernameyên mewlûdên weha jî, ji bo vê armancê wesîle ne.
Pey re endamê Yekîtiya Aliman ya Ewrûpayê Mela Ebdulwehab Yildiz jî peyivî. Ciwanên weqfê li ser Wîladeta Pîroz û Hîlatina Îslamê, xebateke xwe ya fîlmê kurt pêş kir. Xebata wan zêde hat ecibandin.
Bername heta dawiyê bi coş bû û ji zarê Suleyman Îlhan xoceyê endamê Yekîtiya Aliaman ya Ewrûpayê ve, bi xwendina duayê qediya.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.