Li Kerboranê 5 PKKyî hatin kuştin

Li Kerboranê 5 PKKyî hatin kuştin

Li navçeya Kerborana Mêrdînê pevçûnên tund hêj berdewam dikin. Li navçê di pevçûnên ku derketin de 5 PKKyî hatin kuştin.

Li Taxa Safaya Kerborana Mêrdînê ji ber ku kesên PKKyî xendek kolan derketina derve hatibû qedexekirin. Piştî qedexê li navçê pevçûn dest pê kirin. Pevçûn êvarî dijwar bûn û heta niha jî berdewam dikin. Hat ragihandin li navçê di pevçûnên ku derketine de heta 5 PKKyî hatin kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin polêsên heraketa taybet li  Taxa Safaya ku lê xendek hatibûn kolan operasyon li dar xistin. Di operasyona ku hat lidarxistin de di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de 5 PKKyî hatin kuştin. Her wiha hinek polês jî bi şiklekî sivik birîndar bûn. Polêsên ku birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya           Dewletê ya Kerboranê.

Li navçê hêj pevçûn berdewam dikin. Nîştecihên navçê li gor derfetên xwe hewl didin da ku navçê terk bikin. Her wiha li navçê gelek teqemenî hatin teqandin.Ji ber van teqînan gelek mal û dikan zirar dîtin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.