Li Kurdistana Bakûr Riya Gundan Girtîne
Li Kurdistanê zivistan bi tevî şiddeta xwe didome. Li gor hat zanîn li herêmê zêdeyê hezar û 100 gundî riya wan girtiye.
Li Kurdistanê zivistan bi tevî şiddeta xwe didome. Li gor hat zanîn li herêmê zêdeyê hezar û 100 gundî riya wan girtiye.
Li gor hat hînkirin tenê li bajarên serhedê Kurdistana Bakûr ji ber berfê riya hezar 126 gundî hat girtin.
Li gor me’lûmatên ji Meteorolojiya Erzoromê hatine sitendin, li Qersê bi şev serma dighîjin biniya sifirê 15 dereceyî, li Erzorom û Erdaxanê biniya sifirê 15 dereceyan, li Îdirê biniya sifirê 7 dereceyî û li Erzîncanê jî dighîjin biniya sifirê sê dereceyî.
Ji ber berf û sermaya zê de li Agirî yê riya 535, li Erzoromê riya 438, li Îdirê riya 49 û li Erdaxanê jî riya 4 gunda bi tevahî riya hezar û 126 gundan girtiye.
Ji bo riya van gundan bên vekirin xebat bi tevî leza xwe didomin. (Muhammed Sebatî/ Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.