Li Kurdistana Rojava PKK/PYD zext û zordariyê li ser Kurdan zêdetir dike
NAVENDA NÛÇEYAN - PYDyê ku li Kurdistana Rojava wek hêzê erdê yê Emrîkayê tevdigere her roja ku derbas dibe bi destê Xerbê meşrûtiyeta xwe zêdetir dike û ji rexê din vê jî li dijî Kurdan asta zext û zordariyê zêdetir dike.
PYDyê ku di bin navê mucadeleya bi DAIŞê re wek hêzê erdê yê Emrîka û welatên din tevdigere û şer dike , ji bo ku Kurdên li Kurdistana Rojava ji rastê rabike û wan ji ber xwe bide alî muracatî her cûr rêyan dike.PYD bi vî awayî hewil dide siyasetmedarên Kurd ên ku jê re muxalif in derî sînor bike.PYD ji bilî sîyasetmedaran zextan li rojnamegerên ku rastîyên heremê tînin ziman jî dike.
Ev kiryarên PYDê dibe sedema berteka xelkê Kurd.Xelkê Kurd ê ku li Kurdistana Rojava ji ber kiryarên PYDê aciz bûye li Qamişlo û Hasekê xwe berda kolanan û PYDê protesto kir.
Li Kurdistana Rojava PYD berî niha çendîn caran êrîş bir li ser buroyên ENKS Û PYSKyê û bi heman awayî PYD ji bo hinek muxalifên xwe ji rastê rabike hinek muxalifan bi sûca DAIŞê sûcdar dike.
Berî niha çendîn caran êrîş li buroyên partîyên ku girêdayiyê ENKSê ne hatin kirin û piştî demekê derket holê ku ev êrîş ji teref PYDê ve hatiye kirin.Piştî ku ev rastiya êrîşan derket holê, PYD zext û zordariyên xwe zêdetir kir û di 13ê Tebaxa 2016an de Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, Berpirsê Têkiliyên Dervê yê ENKSê Dilşad Gemo û çend kesên siyasetmedar ên weke Sileyman Avsoyê ku endamên partiyê ne revand. Îbrahîm Biroyê ku li Qamişloyê hat revandin piştî ku gefa kuştinê lê hat xwarin re wî derxistin derveyî sînorên Kurdistana Rojava.”
“Kiryarên PYDê wek ên rejîmê ne”
Îbrahîm Biro piştî ku ji destê PYDê xelas bû re daxuyanî da, Biro di daxuyaniya ku da de ji kiryarên PYDê re betek nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me nêzî 50 salî li dijî rejîma Sûriyê mucadele kir.Di pêvajoya vê mucadelê de îşkence li me hatin kirin, me avêtin hepsan.Lê belê tu car ji ber mucadeleya me ya sîyasî qet me dernexistin derveyê sînorê.Îro çawa ku kiryarên rejîmê nebaş û xerab bin, kiryarên PYDê jî bi heman awayî nebaş û xerab in.”
PYD dixwaze di nav Kurdan şer derbixe
Biro piştî ku ji destê PYDê xelas bû re çû Hewlêrê û li wê derê bi Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir.Biro piştî hevdîtinê di derbarê bûyerê de destnîşan kir PYD di pey fitnê de ye û dixwaze di nav Kurdan de şer derbixe.
“Kiryarên PYDê li dijî kevneşopiyên Kurdan in”
Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî jî di derbarê bûyera revandina Îbrahîm Biro de daxuyaniyek da.Barzanî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir kiryarên PYDê yên bi vî awayî antî demokratîk in, ev kiryar li dijî azadiya îfadeyê ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev kiryarên PYDê yên ku dest dideyne li ser nasnameyên sîyasî û kiryarên ku sîyasetê asteng dike ne li gor rojamê ne û ev li civatên medenî nayê.Her wiha kiryarên PYDê li dijî kevneşopiyên Kurdan in.Divê dawî li vê helwesta ku li Kurdîtî û welatparêztiyê nayê bê anîn.”
“PYD nahêle em sîyasetê bikin”
Piştî ku Serokê ENKSê Îbrahîm Biro hat revandin re Endamê Serokatiya PDK-Syê Nûrî Nirîmo ji hinek ajansan re daxuyanî da.Birîmo di daxuyaniyên ku da de destnîşan kir PYD avahiyên partîyên li heremê digre û ji kirina sîyasetê re astengiyê derdixe.
34 siyasetmedar hatin binçavkirin
PYD piştî ku Îbrahîm Biro derxsitin derveyê sînorê zextên xwe li ser siyasetmedarên Kurd domand û di 15ê Tebaxê de li Qamişlo û li Amûdê 34 siyatmedar ji teref PYDê ve hatin binçavkirin.Navên siyasetmedarên ku ji teref PYDê ve hatin binçavkirin wiha hatin ragihandin:
1- Mihemed Ismaîl: Berpirsê polîtbîroya PDK-S, ji Qamişlo.
2-Neşeat Zaza: Endamê polîtbîroya PDK-S, ji Tirbe Sipiyê.
3-Salih Cemîl: Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, ji Girkê Legê.
4-Nafih Ebdulla: Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, ji Qamişlo.
5-Ebdul Kerîm Hacî: Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, ji Qamişlo
6-Salih Simo: Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS li Girkê Legê.
7-Ebdella Gedo: Endamê Komîteya Navendî ya PYKS (Yekîtî), ji Qamişlo.
8-Hesen Salih: Cîgirê sekreterê PYKS (Yekîtî), ji Qamişlo.
9-Bextyar Resûl: Endamê Komîteya Navçeyî ya PDK-S, ji Qamişlo.
10-Ebdulrehîm Mehmûd: Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S, ji Tirbe Sipiyê.
11-Selah Beyro: Endamê Komîteya Rawêjkarî ya PDK-S, ji Tirbe Sipiyê.
12-Mihsin Xelef: Endamê Komîteya Navçeyî ya PDK-S, ji Tirbe Sipiyê.
13-Ceifer Bavê Idrîs: Endamê PDK-S, ji Amûdê.
14-Teysîr Hito: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
15-Fêsel Qadirî: Endamê PYKS (Yekîtî), Ji Amûdê.
16-Hac Îsa Mihemed: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
17- Berzan Şêxmûs: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
18-Mihemed Xêr Bavê Dilo: Endamê PDK-S.
19-Remedan Seyid Umer: Endamê PDK-S.
20- Dijwar Tofîq: Endamê PDK-S û Endamê Sekretariya Yekîtiya Xwendekaran, ji Amûdê.
21-Ciwan Içmo: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
22-Mihemed Emo: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
23-Zibêr Ibrahîm: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
24-Ciwan Ibrahîm: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê.
25-Xalid Aklî: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê
26-Merwan Îdê: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê (Hate berdan).
27-Şêxmûs Îdê: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê (Hate berdan).
28- Fehed Şêxê Cûan: Endamê PYKS (Yekîtî) Ji Amûdê
29- Kawa Ehmed: Ji Amûdê.
30-Hac Mihemed Umer
31-Berzan Hisên: Ji Qamişlo.
32-Hisên Mistefa:
33- Bextyar Xelef Biro: Ji Qamişlo.
34- Enwer Naso: Endamê PYKS (Yekîtî), ji Amûdê
Ji xelkê Kurd bertek
Ji ber van zext û zordariyên PYDê yên ku di van pêlên dawî de zêde dibin xelkê Kurd di serî de li Qamişloyê û li hinek bajarên din xwepêşanên protestoyê li dar xistin û kiryarên PYDê şermezar kirin.
PYD ji bo ku li heremê bibe hêza tenê geh li rexê rejîma Baasê geh jî li rexê DYE, YE û Rûsyayê cî digre û şer dike, lê heman PYD zextên xwe li ser xelkê Kurd jî didomîne.Lê belê xelkê Kurdistana Rojava li dijî van zextan xwepêşana tertip dike û tê texmînkirin di van rojên pêşiya me de dê ev xwepêşan mezintir û zêdetir bibin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.