Li Kutahya Û Erdexanê Şilî Û Terez

Li Kutahya Û Erdexanê Şilî Û Terez

Li Kutahyayê ji ber şilîya pir, gelek mal û dikan di bin avê de man. Pey şiliyê têkilîya qaçaxa di trafoyê de û avê qewimî û ceyranê bi kesekî girt. Li Posofa navçeya Erdexanê jî terezê rê spî kirin.

Li Kutahyayê ji ber şiliya pir, lehî rabû û gelek mal û dikan di binê avê de man. Danê êvarê şiliya pir û gûj, li gelek mehelan tesîr kir.

Tîmên belediyê û welatî bi zor û zehmet li mal û dikanên ku di binê avê de mabûn karê tehlîyekirinê pêk anîn. Kuçe bûn weka golan û gelek wesaît di rê de man.

Ji ber şilîyê têkîliya qaçaxa elektrîkê ya di trafoyê de û avê qewimî û ciwanekî ku ceyranê pê girt, demeke dirêj bi halê ji hişê xwe ve çûyî li hêviya xelasîya ma, lê ji ber qaçaxa elektrîkê, kesî mudaxele nekir. Heta ku ceyran hat birîn ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Lê digel hemî mudaxeleyan can da.

Li Posofa navçeya Erdexanê jî, teyrok bû sedema zirara maddî. Danê êvarê terezê da û rê spî bûn. Ji ber terezê mêwe û fêkî zirar dîtin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.