Li Lîbyayê 30 penaber hatin kuştin

Li Lîbyayê 30 penaber hatin kuştin

Li Lîbyayê ji ber ku kesekî qaçaxvanê însanan ji teref penaberan ve hat kuştin, nasên kesê kuştî 30 penaberî kuştin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Lîbyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Mîzdaya bajaroka girêdayê Trablusê ji ber ku kesekî qaçaxvanê însanan ji teref penaberan ve hat kuştin, nasên kesê kuştî 30 penaberî kuştin û 11 penaberî birîndar kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, penaberên ku hatin kuştin 26 kes Bangledeşî û 4 kes jî Efxanistanî ne.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.