Li Lîbyayê Qeyîka Penaberan
Pêr lı lîbyayê qeyîkeke ku penaberên efrîkayî dıbırın ğerq bûbû. hat îfadekırın ku hejmara kesên xenıqî bı ser 200î ketıye.
Di qeza qeyika ku penaberên Efrîkayî dibirin û li dora Lîbyayê xerq bûbû de hejmara kesên xeniqî bi ser 200î ketiye.
Berdevkê Hêzên Behrî Eyyûb Qasim beyan kir ku ji bo dîtina cesedên kesên xeniqî, ji roja sebtê û vir ve bênavber dixebitin.
Qasim da zanîn ku di heqê hejmara kesên di qeyikê de agahîyeke qetî tune ye, îmkanên hêzên behrî û ewlehiya peravê jî hindik in, ji lew tê endîşekirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Qasim gazî hikûmet û saziyên navneteweyî kir ku li ser mesela penaberên Efrîkayê ya ku gelek caran dixwazin ğeyrî qanûnî herin Ewrûpayê bixebitin.
Di hedîseyê de li ser îhtîmala ku qeyîk ji ber barê zêde xerqî avê bûbe tê sekinandin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.