Li Licê agirê giştyarî derket: Alavên agir nêzî cihên niştecîhbûnê bûn
Agirê giştyarî ku li navçeya Licê ya Diyarbekirê derket, bi bandora bayê di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû. Li hemberî pêtên agirî ku ber bi cihên niştecîhbûnê ve diçûn, tîm û welatî bi hev re mudaxele kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, derdora saet 20.15'an de li navçeya Licê, li derdora Taxa Muradiyeyê û taxên Karahasan û Yenişehirê bi sedemeke ku nehatiye diyar kirin agirê giştyarî derket. Pêtên agirî yên ku bi bandora bayê di demeke kurt de belav bûn, ber bi cihên niştecîhbûnê ve çûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirkurjiyê (itfaiye), Rêveberiya Karûbarên Daristanê û AFAD'ê sewqî herêmê hatin kirin. Di xebatên vemirandinê de ku welatiyên derdorê jî piştgirî danê, ji erdê ve bi awayekî gurr mudaxeleyî agir hat kirin.
Walîyê Diyarbekirê Murat Zorluoğlu di daxuyaniya ku li ser hesaba xwe ya medya civakî da de diyar kir ku agir di encama xebata hevrêzî (koordîne) ya saziyan de hat vemirandin û îfade kir ku xebatên sarkirinê yên li herêmê berdewam dikin.
Ji bo diyarkirina sedema derketina agir lêkolîn hat destpêkirin, hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina zirara ku di bûyerê de pêk hatiye saziyên eleqedar dê xebatan bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.