Li Lîcê operasyona hewayî

Li Lîcê operasyona hewayî

DİYARBEKİR - Li çoltera Lîceya Diyarbekirê li dijî PKKyiyên ku hatine tespîtkirin operasyona hewayî hat destpêkirin.

Hat ragihandin ji ber ku li çoltera gunde Sîsêya Lîceyê  komek PKKyî hatiye tespîtkirin operasyona hewayî hat destpêkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin  li heremê têketin û derketin hatine qedexekirin û kesên PKKyî ji bona kesên siwîl ji wan re bibin mertalê zindî wan sewqî heremê dikin.

Hat hînbûn kesên PKKyî ji operasyona hewayî ya yekemîn bi saxî xelas bûne û reviyane nava daristanê.Ji ber vê yekê operasyona hewayî ya duyemîn li dijî kesên PKKyî hatiye kirin.

Hêj nayê zanîn di operasyonê de mirî yan birîndar hene yan tune ne.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.