Li Licê otobûsa rêwiyan wergeriya şerempolê: 2 birîndar
Li navçeya Licê ya Diyarbakırê di encama ji kontrolê derketin û wergerîna otobûsa rêwiyan a ji bo şerempolê de 2 kes birîndar bûn. Birîndarên ku di otobûsê de mehsûr (teng) mabûn, bi destwerdana tîman hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, qeza li dora nîvro li navçeya Licê li mewqîyê Deşta Fisê hat holê. Otobûsa rêwiyan a ku plaka û navê ajokarê wê nehat hînbûn, ji kontrolê derket û wergeriya şerempolê.
Li ser agahdarkirina qezayê, tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaîye û cendirme sewqî cihê bûyerê bûn.
Tîmên AFADê bi 7 personel û 2 wesayîtên rizgarkirinê dest li qezayê werdan. 2 kesên ku di otobûsê de mehsûr mabûn, bi xebata tîman hatin rizgarkirin û radestî tîmên tenduristiyê bûn.
Birîndar, piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê birin nexweşxaneyên derdorê. Derbarê qazayê de lêkolîn hat destpêkirin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.