Li medreseyên ÎTTÎHADUL ULEMAyê qeydên perwerdehiya hafiztî û Erebî dest pê kirin

Li medreseyên ÎTTÎHADUL ULEMAyê qeydên perwerdehiya hafiztî û Erebî dest pê kirin

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Remzî Uçar, diyar kir ku qeydên serdema nû yên ji bo perwerdehiya hafiztî û Erebî dest pê kirine û bang li malbatan kir ku zarokên xwe berê xwe bidin medreseyan.

Di sazî û medreseyên hafiztiyê yên ku di bin banê ÎTTÎHADUL ULEMAyê de xebatên xwe dimeşînin de qeydên serdema nû ya perwerdehiyê dest pê kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Remzî Uçar ê ku li ser mijarê daxuyanî dan, diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê di nêzî 55 medreseyan de bi hezaran xwendekarên keç û kur perwerdehiyê dibînin û anî ziman ku ev sazî di gihandina nifşên zana û ehliyê îlmê yên ku civak hewcedar e de dibin alîkar.

Uçar destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn a di medreseyan de gihandina kesên wisa ye ku ji bo malbat, civak û mirovahiyê bi fêde bin û anî ziman ku bi têgihîştina perwerdehiya li ser bingeha Qur'an û sinetê, xwendekar hem di warê îlmên dînî de hem jî di warê exlakî de bi awayekî zana û tije tên gihandin.

"Armanca me gihandina kesên wisa ye ku ji bo civakê bi fêde bin"

Uçar ê ku diyar kir gelek pirsgirêkên ku civak pê re rû bi rû dimîne ji ber hindikbûna kesên ehliyê îlmê ne, wiha got: "Wekî Yekitiya Alim û Medreseyan, niha nêzî 55 medreseyên me hene. Hem xwendekarên keç hem jî xwendekarên kur tê de hene û bi hezaran xwendekarên me hene. Ev medreseyên me hem li rojhilatê Tirkiyeyê hem jî li rojavayê wê cih digirin. Tiştê ku em di van medreseyên xwe de armanc dikin, bi taybetî gihandina mirovên wisa ye ku ji bo civak û mirovahiyê bi fêde bin. Gihandina kesên ku ji bo malbata xwe, ji bo civaka xwe bi fêde ne; yên ku malbat û civakê ronî dikin, rêya wan bi xêrê vedikin û xêrê nîşanî wan didin, di van medreseyan de ye. Em di nav civakeke Misliman de ne. Pirsgirêk û zehmetiyên Mislimanan, dema ku ev zarokên me yên piçûk mezin bûn, inşallah ew ê bigihînin çareseriyê."

"Medrese piştgiriyê didin aştiya civakî"

Uçar bal kişand ser wê yekê ku medrese ne tenê saziyên perwerdehiyê ne û got ku wan bi sedsalan e di avakirina aştiya civakî de jî wezîfeyên girîng girtine ser xwe.

Uçar ev îfade bikar anîn: "Bi taybetî em difikirin ku çavkaniya herî mezin a pirsgirêk û zehmetiyên ku em di vê sedsala xwe de dijîn, tunebûna aliman e. Ji ber nebûn an jî hindikbûna mirovên xwende û ehliyê îlmê ye di nav me de. Heke em di van medreseyên xwe de mirovên alim û ehliyê îlmê bigihînin, pirsgirêkên civakê çareser dibin û zehmetiyên wê ji nav radibin. Bi taybetî bandora medrese û saziyên me yên hafiztiyê li ser civakê pir zêde ye û ji bo civakê kesên pir bi fêde digihînin. Hinek pirsgirêk, zehmetî û xitimandinên ku civak dikeve navê hene. Dijminatiyên di navbera du kesan de, dozên xwînê û nakokiyên wekî wan ên civakî, wekî ku bi sedsalan e wisa ye, îro jî ji hêla medreseyan ve tên çareserkirin. Bi vê wateyê, dê û bav bi şandina zarokên xwe ya ji bo medrese, hafiztî û kursên Qur'anê, dê bibin sedem ku pirsgirêk dakevin asta herî kêm."

"Perwerdehiya manewî ciwanan ji adetên xerab diparêze"

Uçar ê ku diyar kir valahiya manewî ya di nav ciwanan de dibe sedema pirsgirêkên cidî, wiha axivî: "Ciwanên 17, 18 salî xwe dikujin. Sedema vê çi ye? Çima ev zarokên me dest davêjin jiyana xwe? Di warê madî de kêmîyên wan zêde nînin. Herî zêde di warê manewî de kêmîyên wan hene. Medrese jî bi vê wateyê, ji aliyê manewî ve mirovan, xwendekaran û ciwanên me yên di medresê de mezin dike. Di vê wateyê de wan ji aliyê ruhî û exlaqî ve digihîne meqamên bilind. Ji ber vê yekê, kî bixwaze ji aliyê ruhî û exlaqî ve bigihîje meqamên bilind û hêja, bila were zarokên xwe li medresan qeyd bike, da ku di dinyayê û axiretê de bibe yek ji kesên ku bi ser ketine."

"Zarokên xwe berê medreseyan bidin"

Uçar ê ku daxuyand qeydên sala nû ya perwerdehiyê dest pê kirine, diyar kir ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdehiya hafiztî û îlmê didin.

Uçar weha got: "Vê salê jî qeydên me yên ji bo medrese û hafiztiyê dest pê kirin. Teveccuhek baş heye. Gelek xwendekarên me hatin. Li vir dest bi dersên îlmî û hafiztiya xwe kirin. Bi taybetî banga me ya ji bo gelê me, ji bo dayik û bavan ev e: Zarokên xwe bişînin van cihên bi xêr. Zarokên me dê li van derên ku Qur'an û sunet lê tên xwendin, îlmê bixwînin. Bi taybetî dê tefsîr, hedîs, fiqh, sîyer û dîroka pêxemberan bixwînin. Bi vî awayî, ew ê ji ayet, hedîs û jiyana Pêxemberê me fêr bibin ku çawa bibin ferdekî baş ji bo dayik û bavên xwe û ji bo civakê, û çawa bibin alîkar ji wan re. Zarokên xwe berê van sazî û medreseyan bidin. Bila ew ji vir îstifade bikin. Çimkî ev zarok dê hem di dinyayê û hem jî di axiretê de bibin azûqeya we. Dê bibin pira we ya ku diçe bihiştê. Ew emelên ku we dibin bihiştê, dê di nav emelên ku zarokên we bikin de jî hebin."

"Dersên Tirkî, matematîk û komputerê jî tên dayîn"

Uçar bal kişand ser wê yekê ku li medresê li gel îlmên Îslamî, dersên cuda yên wekî matematîk, Tirkî û komputerê jî hene.

Uçar ê ku diyar kir xwendekarên di navbera 13 û 17 salî de ji bo bernameya hafiztiyê tên qebûlkirin, wiha got: "Em dibînin ku xwendekarên me yên ku li medresê dixwînin, di qada dibistanê de jî digihîjin serkeftineke baş. Di mijara hafiztiyê de divê dayik û bav zarokên xwe bişînin [hînbûna] Qur'anê da ku Qur'an bibe şefî' ji wan re. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha ferman dike: 'Qur'anê bixwînin. Çimkî Qur'an di roja qiyametê de wekî şefî' ji bo xwendekarê xwe tê.' Heke zarokên me bibin hafiz, wê fêr bibin, bixwînin û di jiyana xwe de tatbîq bikin, Qur'an dê hem ji wan re û hem jî ji me re şefaat bike. Dîsa Pêxemberê me di hedîseke din a şerîf de wiha dibêje: 'Bêguman Xwedê bi saya vê Pirtûkê hin civakan bilind dike, yên din jî nizim dike.' Ji ber vê yekê, ji bo ku em di dinyayê û axiretê de bilind bibin û bibin xwedî şeref, divê em zarokên xwe bişînin [hînbûna] Qur'anê û hafiztiyê."

Uçar di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku xwendekarên ku perwerdehiya hafiztiyê temam dikin, yên ku bixwazin dikarin berdewam bikin bi perwerdehiya Erebî û derfetê bibînin ku di îlmên Îslamî yên wekî tefsîr, hedîs û fiqhê de bibin pispor.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.