Li Mekteban Pirsgirêka Paqijîyê

Li Mekteban Pirsgirêka Paqijîyê

Li Yenîşehîra Dîyarbekirê li mekteba pêşîn a Gazîyê, pirsgirêka paqijîyê malbatan diqehirîne. Welî çareserkirina pirsgirêkê dixwazin.

Welîyên zarokan beyan kirin ku li Yenîşehîra Dîyarbekirê îdara mekteba pêşîn a Gazîyê, guh nade paqijîyê û hewşa mektebê bûye mekanê esrarkêşan. Dê û bavên zarokan tepkî nîşanî vê rewşa han dan û şedîd şermezar kirin.

Welîyan gazî rayedaran kirin ku divê gavek berî gavekê ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Dê û bavên zarokan îfade kirin ku ger evan pirsgirêk neyên çareserkirin, ew ê heta Wezareta Perwerdeya Mîllî herin.

Li aliyê din hat gotin ku rojnameger û nûçegîhanê ku ji bo bi welîyan re biaxivin çûbûn mektebê, rastî astengîya alîkarê midurê mekteba Gazîyê bûn.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.