Li Meletîyê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li Meletîyê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Darende ya Meletîyê wesayîtek li darê xist, di encama qezayê de ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li doh di dana êvarê de li Taxa Medîşeyhê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 AAY 806 ya ku di bin îdareya O.D. de bû, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji bin kontrola şofêr derket û li darê qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di qezayê de şofêrê wesayîtê O.D. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da, pîreka wî T.D. û zarokên wî E.N.D. (12), N.D. (7), H.İ.D. (1) û R.K. (18) ku bi wan re bûn giran birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku pîreka şofêr T.D. li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku ji bo R.K.yê ku rewşa wî giran e jî bi ambûlansa helîkopterê ji Meletîyê re hat sewqkirin, lê hêna î tedawîya 3 zarokan berdewam dike.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.