Li Mêrdînê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Li ser riya di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdînê de, di encama lihevketina du wesayîtan de 3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn.
Qeza li nêzîkî Herêma Seyranê ya Avasipî (Beyazsu) hat holê.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, wesayîta sivik a bazarganiyê ya bi plakaya 47 NB 688 û otomobîla bi plakaya 47 ADD 907 ku navên ajokarên wan hên nehatine hînbûn, li nêzîkî Herêma Seyranê ya Avasipî li hev qelibîn.
Lî ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û tîmên trafîkê yên cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Pêşî dewra yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê rûdanê, birîndar bi ambûlansan hatin veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Lêpirsîna di derbarê qezayê de hat destpêkirin.



Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.