Li Mêrdînê Dayîk û 10 Zarok Li Holê Man

Li Mêrdînê Dayîk û 10 Zarok Li Holê Man

Li navçeya Qosera Merdînê zilamek cara duyem zewicî, jina xwe ya seqet digel 10 zarokan va li holê hişt.

Niha jina reben digel 10 zarokên xwe di malek wêran û rizyayî de hewl didin ku bijîn.

Zewaca duyemîn mala wan xira kir.  Li gundê Ekînli yê girêdayî Kiziltepeyê,  Ayhan Çelika astengdar piştî ku zilamê wê bi yeka din re zewicî, digel 10 zarokên xwe yên biçûk li holê ma.

Dayik Ayhan Çelik ji ber nexwaşiya di çokên xwe de ev 15 salin ku li erdê ye. Jina reben dibêje  birayê wê, ew biriyê Ankarayê ji bo tedawiyê lê tiştek çênebûye. Piştî ku zilamê wê bi yeka din re zewicî jî şerpeze bûne.

Keça wê Hedîye Çelik a ku diçe pola 5emîn dibêje tu kes li me xwedî dernakeve.  Dayik Ayhan Çelikê bêliv kir ku zilamê wê rojek xwarin tîne 10 roj nayne. Lê ew niha bi tenê malekê dixwazin. Lewre mala wan wêran û rizyayî ye.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.