Li Mêrdînê problema ceyranê hat çareserkirin
Problema ceyranê ya ku berî vê çend rojan li Mêrdînê rû dabû û ji ber vê yekê gelek kes pê hatibûn mexdûrkirin hat çareserkirin.
Dîcle DEDAŞ berî vê du heftîyan li çoltera Mêrdînê ceyrana kesên ku deynê wan hebin û tunebûn tevekan qut kiribû ku ji ber vê yekê ji rewşê gelek bertekên tund hatibûn nîşandan.
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ehmed Eşref Fakibabayê bo çareserîya problemê hat herêmê bi cotkaran re hevdîtinek dike.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ew ê dawî li qutkirinên ceyranê bê anîn û kesên ku deynên wan hene dê bên xistina nava vesazkirinê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.