Li Mêrdînê qezaya du wesayîtan: Zarokekî şîrmij mir, 7 kes birîndar bûn

Li Mêrdînê qezaya du wesayîtan: Zarokekî şîrmij mir, 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Midyada Mêrdînê, di encama lihevxistina wesayîta bazirganî ya sivik û otomobîlê de bebekekî (zarokekî şîrmij) jiyana xwe ji dest da û 7 kesên ku 4 ji wan zarok in birîndar bûn.

Qeza, demên êvarê de li gundê Sîvrîceyê a li ser navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, wesayîta bazirganî ya sivik û otomobîla ku navên şofêr û plakayên wan nehatin zanîn, li ser rêya Cîhê Bîhnvedanê yê Avasipî (Beyazsu) li hev xistin. Di qezayê de 8 kesên ku di her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û jandarmayê ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.

Ji birîndaran Ş.K. (22), Y.Ş. (2), R.Ş. (10) û F.Ş. (31) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê; A.K. (17), H.A. (14), A.Ş. (8) û E.Ş. (42) jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Ji birîndarên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatin dermankirin Yakup Ş., tevî hemû destwerdanan jî nehat rizgarkirin.

Cenazeyê Yakupê bebek ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku metirsiya jiyanî ya birîndarê bi navê Ş.K. (22) heye û rewşa tendurustiyê ya birîndarên din baş e.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.