Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 3 yê wê giran 5 birîndar

Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 3 yê wê giran 5 birîndar

Li Mêrdînê di encama 2 wesayîtên ku hev qelibîne de 3 yê wê giran bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê di derdora mintiqeya Sultan Şehmusê de 2 wesayît li hev qelibîn. Di encama qelibînê de 3 yê wê giran bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê di derdora mintiqeya Sultan Şehmusê de 2 wesayît di derdora saet 18.00an de li hev qelibîn. Di encama 2 wesayîtên ku pleqeyên wan 47 PL 540 û 47 KB 828 bûn lihev qelibîn de 3 yê wê giran bi tevahî 5 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên hawîrdor.

Di encama qezayê de Şemsî Akçîçek, Asma Akçîçek, Şerîfe Talu, Hasan Şan û Abdulkadîr Kîlîç birîndar bûn birîndaran rakirin nexweşxaneyên hawîrdor. Her wiha hat ragihandin ku rewşa Şemsî Akçîçek, Asma Akçîçekû Şerîfe Talu’nun xedar in. (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.