Li Mêrdînê teqîn: 3 esker jiyana xwe ji dest dan

Li Mêrdînê teqîn: 3 esker jiyana xwe ji dest dan

MÊRDÎN - Li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê di dema derbasbûna wesayîta eskeriyê de teqemeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat înfîlakkirin, di encama teqîna ku pêk hat de 3 esker jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê li nêzî mewqiya gundê Sultan Şêxmûs di dema derbasbûna  wesayîta eskeriyê de teqemeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat înfîlakkirin, di encama teqîna ku pêk hat de hat hînbûn 3 esker jiyana xwe ji dest dan û gelek esker jî birîndar bûn.Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Piştî teqînê gelek ambûlans û yekîneyên tenduristiyê sewqî cihê teqînê hatin kirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.