Li Mêrsînê felaketa behrê: Hejmara miriyan gihîşt 4an

Li Mêrsînê felaketa behrê: Hejmara miriyan gihîşt 4an

Ji pênc kesên ku li navçeya Tersusê ya Mêrsînê çûne behrê, çar kesan canê xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyê Halîl Ozturkê 16 salî, ku di destpêkê de winda bû, hat dîtin, hejmara qurbaniyên felaketa behrê gihîşt çar kesan.

Hejmara kesên ku di trajediya ku ji ber pêlên avê yên li peravên taxa Kulak a navçeya Tersusê ya Mêrsînê diçûn behrê de mirin gihîşt 4an.

Li gorî agahiyan, ji pênc kesên ku ji bo hênikbûnê çûne behrê, yek bi tena serê xwe gihîştiye peravê, lê çar kesên din, ku zarokek jî di nav pêlan de bûn, di nav pêlan de winda bûn. Piştî xeberdayînê, Fermandariya Ewlekariya Peravê, Fermandariya Koma Binavî ya Daîreya Polêsan a Bajara Mêrsînê, ekîbên tenduristiyê û cendermeyan şandin herêmê.

Di operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ekîbên wî li behrê û peravê dane destpêkirin de, pêşî cenazeyên bêcan ên bav Savaş Ozturk (42), dayîk Zehra Ozturk (39) û xwişka dayikê Ceylan Dagşan (30) hatin dîtin. Di encama xebatên dîtina Halil Ozrturk (16) ê windabûyî de, cenazeyê bêcan ê zarok jî hat dîtin.

Di trajediya ku çar endamên heman malbatê canê xwe ji dest dan de, piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenaze ji bo nasname û otopsiyê ji morgê re hatin birin.

Walîyê Mêrsînê Atîlla Toros jî ji bo şopandina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berdewam gihîşt cihê bûyerê û ji rayedaran agahî girt.

Tehqîqata edlî û îdarî yên derbarê bûyerê de hatine destpêkirin berdewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.