Li Mêrsînê operasyona PKKê: 62 binçavî

Li Mêrsînê operasyona PKKê: 62 binçavî

Li Mêrsînê di operasyonên ku hatin kirin de di nav wan de xebatkarên Şaredariya Akdenîzê jî hebûn tevde 62 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên ku li dijî PKKê li Mêrsînê hatin kirin de tevde 62 kes hatin binçavkirin.Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Ekîbên Mucadeleya bi Terorê re îro di wextên şeveqê de di serî de li navçeya Akdenîzê û her wiha li gelek navnîşanan  di heman demê operasyon li dar xistin.

Di encama operasyonên ku hatin kirin tevde 62 kes hatin binçavkirin.Hat diyarkirin di nava kesên ku hatine binçavkirin de xebatkarên Şaredariya Akdenîzê jî hene.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.