Li Misirê berîya hilbijartina serokomartîyê operasyon
Artêşa Misirê berîya hilbijartina serokomartîyê li Nîv Girava Sînayê û li Deşta Nîlê operasyoneke berfireh kir.
Hat ragihandin li Misirê berîua hilbijartinên serokomartîyê ya ku dê di 26-28ê Adarê bê kirin ji teref artêşa Misirê ve li Nîv Girava Sînayê û li Deşta Nîlê operasyoneke berfireh hat kirin.
Derbarê operasyonê de berdevkê artêşa Misirê daxuyanîyeke da. Di daxuyanîya ku di televîzyonê de da weşandin de hat destnîşankirin armanca operasyona ku bi navê “2018 Operasyona Sînayê” tê binavkirin li herêmê tesîskirina ewlehîyê “paqijkirina kozikên terorê” ye.
Di bergeha operasyonê de bo leşker û polêsan asta îqazê hat derxistin “asta herî jorê.” Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên artêşê hatine wergirtin ev demeke dirêj plan bo operasyonê dihat kirin û bi hezarana leşker beşdarî operasyonê dibin ku berî niha operasyoneke bi vî awayî li Misirê nehatiye kirin.
Ji roja ku darbe li Serokomar Muhammed Mursî hatiye kirin vir ve li Nîvgirava Sînayê li dijî polês û leşkeran gelek zêde xwepêşan hatin kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.