“Li Misirê muxalif tên revandin û di girtîgehên veşartî de tên girtin”
NAVENDA NÛÇEYAN - Di raporta Rêxistina Efûyê ya Navteweyî ya ku di derheqê Misirê de hatiye amadekirin de hat diyarkirin rejîm muxalifan direvîne û wan di girtîgehên veşartî de digre û her wiha di van girtîgehan de îşkenceyên giran li wan dike.
Rêxistina Efûyê ya Navteweyî ragihand rejîma ku li Misirê ye, muxalifan direvîne û wan di girtîgehên veşartî de digre û her wiha di van girtîgehan de îşkenceyên giran ên mîna tecawuz, lêdan, derb û elektroşok li wan dike.
Rapora ku di derheqê Misirê de hatiye amadekirin ji teref Dîrektorê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê Philip Luther daxuyand.
“Îstîxbarat bi bêperwa hereket dike”
Di raporta ku qala wê tê kirin de hat dîtin ku ji sala 2015an vir ve di warê îxlala haqên însanî de gelek zêdebûyîn pêk hatine.Luther di derheqê mijarê de wiha diyar kir “Îstîxbarata Misirê di bin navê mucadeleya bi terorê de ji bo dengê kesên xwendevan, aktîvîstên sîyasî û pêşandaran bibire bi bêperwa hereket dike.”
Muxalifên ku exlebeya wan ji endamên Îxwanul Mislîmin pêk tên bêyî xebera naskirîyên wan bi mehan di bin binçaviyê de tên girtin û jêpirsîna wan tê kirin.Di nava van kesan de zarokên 14 salî jî hene.
Di raporta ku hatiye weşandin de ji sûcên îşkencê yên hêzên rejîmê re jî cî hat dayîn.Nexasim di raportê de hat ragihandin di bin binçaviyê de rêbazên îşkence yên mîna tecawuz, lêdan, derbû û elektroşok tên bikaranîn.
Di raporta Rêxistina Efûyê de ji revandin û îşkenceyên hêzên rejîmê re 17 bûyerên berbiçav hatin neqilkrin.Her wiha tê diyarkirin bi sedan kes di girtîgeha veşartî ya îstîxbarata Misirê ya li Misirê de tên girtin.
Daraz bi belgeyên sexte destekê dide van revandin û îşkenceyan.
Di raportê de her wiha tê diyarkirin dozger û hakimên endamê daraza Misirê jî bi belgeyên sexte destekê didin van revandin û îşkenceyan.
“Divê Sîsî dev ji revandin û îşkenceyan berde”
Dîrektorê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê Philip Luther bang li Serokê rejîma cuntaya Misirê Ebdulfetah Sîsî kir da ku ji temamê sazîyên ewlehiyê yên dewletê re bang bike da ku li van sepanên îşkencê û revandine re dawî bînin.
Her weke ku ew ê bê bîran Giulio Regeniyê ku xwendevanê zanîngeha Îtalyayê ye ji ber ku li ser rêya Îskenderiye-Qahîrê wek mirî hatibû dîtin ku ev yek di Parlamentoya Ewrûpayê de qerareke ku îxlalên mafên însanan a li Misirê dihat rexnekirin hatibû standin.
Di bedena Giulio Regeniyê ku wek mirî hatibû dîtin cihê gelek kêr, derb, şewat hatibûn dîtin û her wiha hatibû dîtin neynikên dest û piyên wî hatine rakirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.