Li Misrê Greva Birçîbûnê
Li Misrê 242 kesan, bi armanca protestovanên ku bi hinceta îxlalkirina qanûna numayîşê hatine girtin bên berdan, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li Misrê 242 kesan, bi armanca protestovan bên berdan dest bi greva birçîbûnê bir.
Hereketa “Ji Gernasan re Azadî”yê nivîskî beyan kir ku 82 kesên ku bi bihana îxlalkirina qanûna nimayîşê hatine girtin, ketine greva birçîbûnê. Bi armanca destekê bidin wan, 242 aktîvîst jî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Partiyên Dustûr, Misira Demokrata Sosyal, El-Kerame, Tevgera Xelk, Misira Azad û Heyat û Azadîyê jî, roja sebtê di beyaneteke hevpar de dabûn zanîn ku wê bi armanca girtiyên ku ji ber fikra xwe bi bihana îxlalkirina qanûna numayîşê hatine girtin bên berdan, daîreya greva birçîbûnê bê firehkirin.
Li Misrê di Mijdara 2013an de qanûna numayîşê hatibû qebûlkirin. Bi vê qanûnê heq û raye dabûn wezareta karên hundir a ğeyrî meşrû ku gava ewlehî û aşîtîya civakî bê tehdîtkirin, dikare meş û protestoya bide betalkirin û hêzên cûntayê jî dikare bi karanîna hêzê protestoyan ji hev belav bike.
Kesên ku qanûna han îxlal bike, ji 2 salan heta 5 salan marûzî cezayê hepsê dibin û cezayê pere yê giran jî li wan tê birîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.