Li Muglayê keştîya penaberan noq bû: 18 mirî
Li navçeya Bodruma Muglayê keştîya penaberan bin av bû. Di encama bin av bûna keştîyê de 18 penaber jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Bodruma Muglayê keştîya penaberan ên ku dixwastin biçin Ewrûpayê bin av bû. Di encama bin av bûna keştîyê de 18 penaber jiyana xwe ji dest dan û 14 penaber jî ji xeniqînê hatin xelaskirin.
Hat diyarkirin penaberên ku di keştîyê de bûn exlebê Iraqî û Sûriyeyî ne û hewl dan da derbasî Girava Kosa Yewnanîstanê bibin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.